Dêrezor-SANA
Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li Dêrezorê, bi hevkarîya rêxistina “Oxfam”ê, stasyona ava Qit’et El-Bûkemal “El-Mecawede” li gundewarê rojhilat, di çarçoveya projeyeke ku armanca wê baştirkirina rewşa dabînkirina avê ye li herêmê, da xebitandin.
Parêzgeha Dêrezorê bi rêya kanala xwe ya Telegramê duh Pêncşemê dîyar kir ku karên ku hatine cîbicîkirin hem mekanîkî hem jî elektrîkî bûn, ji bilî danîna pergaleke enerjîya rojê.
Karên avahîsazî û sivîl jî avakirina odeyên amûrên mekanîkî, odeyên amûrên elektrîkî û depoya avê, ji bilî avakirina odeyên taybet ji bo karkeran li xwe girtin.
Proje armanc dike ku xizmetguzarîyên ava vexwarinê baştir bike û çavkanîyeke domdar a avê ji bo nêzîkî 18 hezar kesî li herêmê dabîn bike.