Siwêda – SANA
Jêdereke ewlehîyê ji SANAyê re ragihand ku grûpên derveyî qanûnê li Siwêdayê sê sivîl revandine ku ew ev in: Se′îd El-Xedban, Ednan Ebû Asî, û Nîdal Bû Subih. Ev revandin piştî beşdarbûna wan di bîranîna Sultan Paşa El-Etrash de û banga wan ji bo yekîtîya Sûrîyê û redkirina perçekirinê pêk hat.
Wezareta Navxweyî şopandina çeteyên revandinê li Siwêdayê berdewam dike da ku welatîyan biparêze. Di vê çarçoveyê de, operasyoneke ewlehîyê di 24ê Kanûna Paşîn a borî de bi ser ket û sê kesên revandî di hundirê bajêr de hatin rizgarkirin, ku ev yek pabendbûna sazîyên ewlehîyê bi xurtkirina aramîyê re piştrast dike.