Hesekê-SANA
Di navbera tîpên ku birîna cotkarên ku berhemên xwe di şewatan de winda kirine vedikin, û tîpên ku kul û xemên bûyerên trafîkê belge dikin, xweşnûsê ciwan Luqman El-Herbî, taybetmendîyên jîyana rojane li Hesekê xêz dike. Li alîyê din jî, dîtineke dîtbarî dide êş û azarên mirovan û bûyerên bajarê xwe ku di bîra meriv de dimîne.
Tîp Şahidê Jîyanê ye
El-Herbî li Xeta Erebî mîna amrazeke derbirîn û belgekirinê dinêre ku ji erkê xwe yê kevneşopî yê xemilandina tîpan tê dipere; lewma, mijarên tabloyên xwe ji bûyerên ku dest didin jîyana mirovan werdigire, nola zîyanên cotkaran, bûyerên trafîkê û dozên mirovî û civakî.
El-Herbî hevokên xwe bi baldarî hilbijêre, cureyên cihêreng ên xetan bi kar tîne da ku rehendekî hunerî û mirovî bide wan, di hewldanekê de ji bo ku bigihêje wijdana wergir û van mijaran di bîra meriv de bihêle.
Vîneke Berê Dertê pêş
Vîn û hezkirina El-Herbî ya Xeta Erebî di qonaxa seretayî de dest pê kir, dema ku mamosteya wî behreya wî vedît û ew ji bo fêrbûna rêzikên wê han da, lê belê şert û mercên xwendinê û kar, ew bêhtirî deh salan dûrî pênûsê xist, berî ku berî du salan bi coş û peroşeke mezintir lê vegere.
El-Herbî xwe spart perwerdehîya xweser û şopandina berhemên xweşnûsên mezin ên li Sûrîyê û cîhana Erebî. Di vê heyamê de, bi hostayî fêrî xetên Nesix, Req’e û Dîwanî dibe, lê xeta Nesixê bêhtir nêzîkî şêwazê xwe ya hunerî dît.
Tevî kêmasîya pêdawîstîyên xetê û tunebûna navendên perwerdeyê yên taybetmend li parêzgeha Hesekê, ew pêşxistina behreyên xwe didomîne. Her wiha ji bo veguhastina ezmûna xwe ji bo ciwanan, kursên sînordar saz dike, ji ber ku ew ku Xeta Erebî parçeyek ji nasnameya çandî ya niştimanî dibîne, loma parastina wê bi hewceyî piştgirîya dezgehdarî û derfetên berfirehtir ji bo behreyan e.
Ji Behreya xwe ber bi Xewna Dezgeheke Xetê ve
El-Herbî hêvî dike ku dezgeheke taybetmend ji bo Xeta Erebî li Hesekê damezirîne, ku behreyên ciwan hembêz bike û jîngeheke guncav ji bo fêrbûn û perwerdeyê peyda bike.
Bi dîtina El-Herbî, tîpên Erebî dikarin xwe li bayê serdemê berdin madem mirov, xem û hêvîyên wî dinimînin.
El-Herbî xebata xwe bi şîyanên berdest didomîne; bûyerên rojane vediguhêze tabloyên ku şopa wan diparêzin. Lewma, dema ku xumav û bûyer têkelî hev dibin, peyv dibin şahidên hûrgilîyên jîyanê.