Reqa – SANA
Rêveberîya Rewşên Awarte û Rêvebirina Karesatan li Reqayê, bi hevahengîya ligel her du rêveberîyên Çavkanîyên Avê û Karûbarên Teknîkî, karên bersivdana meydanî bi cî anîn ji bo parastina stasyonên ava vexwarinê, yên ku ji ber bilindbûna asta ava çemê Firatê li gundewarê rojhilat di rewşeke metirsîdar de ne.
Fermandarê Operasyonên Rewşên Awarte û Rêvebirina Karesatan, Ebdilcewad Evdilkerîm, eşkere kir ku tîman berbesteke axê çêkirixde4ye da ku stasyona gundê “El-Şerîde” biparêzin û nehelêlin av bigihêje amûrên wê yên teknîkî. Her weha da zanîn ku vê gavê stasyonên “Zor Şemmer, El-Xanim El-Elî, û El-Sebxe” jî li xwe girtin.
Wî tekez kir ku amadebaşî û hişyarîya tîmên hawarçûnê û kargehên teknîkî şev û roj berdewam e, ji bo destwerdana lezgîn; di dema bilindbûna berçav a asta ava çem de, ku ji ber zêdebûna qebareya ava hatiye û rêjeya herikînê weha bûye.







