Şam – SANA
Wezareta Navxwe ya Sûrîyê du endamên kadroyên xwe girtin ku li devera “Eyn Terma”yê li gundewarê Şamê êrîşî du kesan kiribûn, piştî ku wan her du kesan rê li ber dewrîyeke polîsan girtibû dema ku kesekî xwestî digirtin; di encamê de lêkolîneke fermî hat destpêkirin ji bo girtina tedbîrên yasayî û pîşeyî li dijî wan her du endaman.
Wezaretê tekez kir ku ev gava han bi armanca çespandina lêpirsînê, parastina mafên hemwelatîyan û misogerkirina dîsîplîna pîşeyî ye, her wiha tekezî li ser rûbirûbûna her serkêşîyeke endamên xwe bi rêyên yasayî yên tund kir ji bo parastina bawerîya civakê.