Dera-SANA
Ofîsa Têkilîyên Alîkarîyê û Geşepêdanê ya li Patrîkxaneya Entakyayê û Tevahîya Rohilatê ya Romên Ortodoks (GOPA), sepetên xwarinê li ser hejmarek malbatên ku ji parêzgeha Siwêdayê hatine û bi awayekî demkî li bajarokê El-Milêha El-Şerqîye yê li gundewarê rojhilatê Derayê niştecî bûne, belav kirin.
Berpirsê projeya “Mala Me” (Beytuna) di ofîsê de, Beha Dexlullah, îro Înê ji ajansa SANAyê re ragihand ku “belavkirina beşa duyemîn a sepetên xwarinê li ser birayên me yên koçber ên ji parêzgeha Siwêdayê hatine bajarokê El-Milêha El-Şerqîye hate temamkirin.”
Ji alîyê xwe ve, endamê civaka xwecihî li bajarok, Mihemed El-Emarî, bal kişand ser girîngîya van destpêşxerîyên mirovî di piştgirîkirina malbatên hatine deverê û dabînkirina pêdivîyên wan ên bingehîn de.

