Heleb – SANA
Wezareta Navxwe ragihand ku di encama operasyoneke ewlehîyê ya hevbeş de ligel Sazîya Hewalgirîya Giştî, şaneyeke girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞê li devera Sefîreyê ya li gundewarê rojhilatê Helebê hat girtin.
Wezaretê girtina hemû endamên şaneya girêdayî rêxistina “DAIŞ”ê (Mehmûd El-Ebdulah û Cuma El-Ehmed) ragihand, yên ku di êrîşa dawî ya li ser endamên bergirî û gumrikê de cih girtibûn, ligel pêkanîna rêze-qirkirin û tawanên li dijî leşker û sivîlan; her wiha dest danîn ser çek û cebilxaneyên ku pê re bûn.
Wezaretê tekezî li ser berdewamîya hewldanên xwe ji bo şopandina rêxistinên terorîst û hilweşandina torên wan kir, ligel girtina hemû rênimayên pêwîst ji bo parastina welatîyan û xurtkirina ewlehî û aramîyê.