Heleb-SANA
Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb tekez kir ku daxistina ala Komara Sûrîyê di dema pîrozbahîyên cejna Newrozê de duh Şemîyê li bajarê Kobanîyê, tevgereke nayê qebûlkirin û bi tundî tê şermezarkirin, û di bin tu şert û mercan de nayê pejirandin.
El-Xerîb destnîşan kir ku ev bûyer di dema yekemîn pîrozbahîya fermî ya cejna Newrozê wekî cejneke niştimanî de pêk hat, ku ev yek daxwaz dike ku her kes yekîtîyê xurt bike û rêzê li çanda kesên din bigire, nemaze li ber ronahîya hebûna alîyên ku ji rêya dewleta Sûrîyê ya nû û rewşa niştimanî ya tê de zirarê dibînin.
Parêzgarê Helebê piştrast kir ku alîyên peywendîdar dê rê nedin tu destwerdan an armanckirina sembolên dewletê yan aştîya navxweyî, û şopandina qanûnî dê bi şefafî û dadperwerî bi rêya komîteyên peywendîdar pêk were. Navborî her wiha eşkere kir ku sazîyên ewlehî û kargerî erkê xwe yê tam ji bo parastina welatîyan û parastina aramîyê pêk tînin.