Şam – SANA
Komên kar ên Hawarçûnê yên Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li Şamê, di dema bêhnvedana Cejna Qurbanê de karên xwe didomînin; ji bo parastina aramîya gihandina avê li deverên cuda yên bajêr.
Hawarçûna Ava Şamê komên kar ên nobedar li gorî 24 saetan di dema Cejna Qurbanê de terxan kirine ji bo bersivdana bilez a gilîyên av û kanalîzasyonê, û ji bo wergirtina wan xeteke germ û xetên rastexwe digel rêveberê qeyranan û serokên beşan peyda kirine.
Hejmarên Herêma Bakur:
Rêveberê Hawarçûna Ava Şamê: 0987000166 Xeta Germ
4424799 Telefona Erdî ya Herêma Bakur
0987000135 Nivîsgeha Qeyranan a Herêma Bakur
0987000183 Serokê Komê Heysem El-Salih
Hejmarên Herêma Başûr:
8140757 Telefona Erdî ya Herêma Başûr
0987000139 Serokê Komên Hawarçûna Ava Herêma Başûr Mudîn El-Elî
Rêveberê Hawarçûna Ava Şamê: 0987000172
Rêverberê Hawarçûna Ava Şamê, Ehmed El-Xatir, zelal kir ku kevnarî û zirarên torên ava Şamê sedemên zêdebûna xerabûn û zîyanê ne. Di 24ê vê mehê de, komên kar ên Hawarçûnê ên şirketa avê û kanalîzasyonê li Şamê paqijkirina qirêjbûna ava vexwarinê li taxa El-Qedemê bi dawî kirin, ku xelkê gilî kiribû ku ava kanalîzasyonê jî tev li ava vexwarinê bûye.
