Şam – SANA
Lîjneya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê îro ragihand ku lîjneyên çavdêrîya yasayî (ji parêzeran) ji bo her du herêmên Reqa û Tebqayê hatine avakirin. Ev yek li gorî mersûmên sala 2025an û nivîsa Sendîkaya Parêzeran a sala 2026an pêk hat.
Lîjneya Bilind dîyar kir ku lîjneyên çavdêrîya yasayî li her du herêman ji van parêzerên li jêr pêk tên:
Herêma Reqayê:
Muhemed Salih El-Necim – Serok
Muhemed El-Feyad – Endam
Ebdulrehman El-Salih – Endam
Herêma Tebqayê:
Ebdulezîz El-Hemade – Serok
Tariq El-Husên – Endam
Ebdulezîz El-Ehmed – Endam
Lîjneya Bilind dest bi wergirtina daxwazên avakirina sazîyên dengdanê ji bo her du herêmên Reqayê û Tebqayê kir, wekî temamkirina nûnertîya her sê herêmên parêzgehê piştî hilbijartina nûnerên herêma Girê Spî.