Gundewarê Şamê-SANA
Tîmên kar ên Sazîya Giştî ya Elektrîka Gundewarê Şamê xebatên danîna du veguherînerên elektrîkê yên nû li devera Zebedanî, û guhertina 4 veguherîneran li bajarokên Kifêr Yabûs, Medaya, Hefîr El-Tehta û El-Sebîneyê bi dawî kirin. Ev xebat di çarçoveya plana çaksazîya peryodîk de li deverên cuda yên parêzgehê pêk hatin.
Tîmên kar ên sazîyê di hefteya borî de jî danîna sê veguherînerên elektrîkê li bajarokên Yelda, Tel Xarûf û Ehmedîye, û guhertin û danîna du veguherîneran li bajarê Dûmayê bi dawî kiribûn, her wiha şîyana 4 navendên veguherîna elektrîkê zêde kiribûn.
Ev kar di çarçoveya hewldanên berdewam de tên ji bo bilindkirina şîyandarîya tora elektrîkê û baştirkirina kalîteya xizmetguzarîyê.

