Idlib – SANA
Parêzgarê Idlibê 41 dibistanên nûjenkirî li parêzgehê û gundewarên wê (Me′eret El-Nu′man, Seraqib, El-Xan, Erîha, Idlib, Cisir, Kefrenbil) di çarçoveya “Hemleya Wefaya ji bo Idlibê” de û bi hevkarîya rêxistinên mirovî vekirin. Vekirina fermî ji dibistana Tişrîn a li Cercanazê dest pê kir.
Rêveberê Perwerdeya Idlibê tekez kir ku nûjenkirina dibistanan û amadekirina wan bi amûrên nûjen -ji wan dibistana El-Me′errî- armanc dike ku jîngeheke perwerdeyê ya ewle ji bo kesên ji koçberîyê vedigerin peyda bike. Her wiha kar ji bo nûjenkirina 340 dibistanên din ên li parêzgehê berdewam dike.

Welatîyan dilxweşîya xwe li hember nûjenkirina dibistanên ku ji alîyê rêjîmê ve hatibûn rûxandin anî ziman. Wan destnîşan kir ku ev gav ji bo qerebûkirina xwendekaran ji salên koçberî û bêparbûnê gelekî girîng e, û parastina mafê wan di jîngeheke perwerdeyê ya guncaw de beşek e ji hewldanên berdewam ji bo vegerandina jîyanê bo hemû dibistanên parêzgehê.



