Hema-SANA
Kompanya Giştî ya Ava Vexwarinê û Kenalîzesyonê li parêzgeha Hemayê îro Yekşemê, bi hevkarîya rêxistinên hevpar, dest bi hejmareke projeyên jînewerî kir ji bo nûjenkirina çavkanî û torên ava vexwarinê li gundên navçeya Miherdê li gundewarê rojavayê parêzgehê, bi mebesta baştirkirina dabînkirina avê ji zêdetirî 12 hezar welatîyên vegeryayî re.
Wezareta Enerjîyê bi rêya kenala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku tîmên teknîkî dest bi guhertina tora pompekirinê li gundê El-Erbe’în kirine û danîna xetên nû yên “polîetîlîn” ku heta gihandina malên aboneyan berdewam dikin, her weha bikaranîna sîstema enerjîya rojê ku ji 78 tabloyan bi hêza 720 watî pêk tê ji bo misogerkirina xebitandina stasyonê.
Wezaretê dîyar ku li gundên Hisraya, El-Jelme û Keferhûdê, karê nûjenkirina bîran bi rêya danîna alavên mekanîkî û elektrîkî tê kirin, her weha bikaranîna sîstemên enerjîya rojê ku ji zêdetirî 200 tabloyên bi hêzên cihêreng pêk tên, da ku başbûna xebitandinê zêde bike û piştgirêdana xwe bi enerjîya kevneşopî kêm bike.