Quneytira-SANA
Hêzên Îsraîla dagîrker îro Yekşemê sê ciwan ji gundê Birîqeyê li Gundewarê Quneytirayê yê başûr, di dema çêrandina pezê xwe de li derdora gund girtin.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke dagîrkerîyê li dû her sê ciwanan ket û gule berdan wan da ku neçar bibin ku rawestin, ew jî berî ku wan bigirin û ber bi xala Tel El-Ehmer a rojava ve bibin.
Sûrîyê bi berdewamî daxwaza derketina hêzên Îsraîlê ji xaka xwe dike, û tekez dike ku hemû karên ku li başûrê Sûrîyê dike betal û bêkêr in, û li gorî yasayên navdewletî ti bandoreke wan a yasayî nîne.