Şam-SANA
Rêveberîya Leşkerî û Seferberîyê ya Wezareta Berevanîyê, duh Şemîyê, bang li wan xwendekaran kir ku mercên serlêdana ji bo Zanîngeha Niştimanî ya Zanistên Berevanîyê pêk tînin, û ji ber pirsgirêkên teknîkî nekarîn qeyda xwe ya elektronîkî ji bo azmûnên wergirtinê bi dawî bînin; da ku ji îro Yekşemê (6ê meha Îlona îsa)l ve, serî li rêveberîya herî nêzîkî cihê akincîbûna xwe bidin.
Rêveberîya Leşkerî û Seferberîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê piştrast kir ku armanca vê rêkarê, çareserkirina wan pirsgirêkên teknîkî ye ku rûbirûyî xwendekaran bûne, her wiha alîkarîkirina wan e di temamkirina rêkarên tomarkirinê de ji bo ezmûnên wergirtinê yên zanîngehê.