Şam-SANA
Rizgarkirina Sûrîyê ji rejîma berê di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de ne tenê bûyereke navxweyî bû ku dawî li serdema zilmê anî, lê belê xaleke veguherîna stratejîk bû ku welat piştî bi dehsalan ji îzolebûnê, vegerand qadên Erebî û navdewletî.
Şama ku ji ber sîyasetên rejîma berê hatibû îzolekirin, bû navendeke dîplomatîk a çalak ku pêşwazîya şandên Erebî û navdewletî dike, nemaze piştî konferansa ragihandina serkeftina şoreşa Sûrîyê di 29ê Kanûna Paşîn a 2025an de û girtina erkê serokatîya komarê ji alîyê Serok Ehmed El-Şeri` ve.
Pêşgavîyên avakirinê: Ji rizgarkirinê ber bi geşepêdanê ve
Serok El-Şeri` di axaftina xwe ya di konferansê de ku bi amadebûna nûnerên berfireh ên hêzên Rêveberîya Operasyonên Leşkerî û hêzên şoreşa Sûrîyê hat lidarxistin, pêşgavîyên qonaxa bê destnîşan kirin: Pêşxistina binesazîya aborî ya geşepêdanê û vegerandina rola herêmî û navdewletî ya Sûrîyê.

Serok El-Şeri` tekez kir ku serkeftin erk e û berpirsiyarîya serkeftîyan piştî rizgarkirinê girantir dibe û got: “Çawa ku me berê biryara rizgarkirina Sûrîyê dabû, îro jî wezîfeya me biryardarîya li ser avakirin û pêşxistina wê ye.”
Sîyaseta derve ya hevseng û piralî
Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî dîyar kir ku Sûrîya nû dê sîyaseteke derve ya hevseng û piralî bişopîne ku armanc jê piştrastkirina hevkarên navdewletî ye. El-Şeybanî tekez kir ku pêşgavî dê her dem ji bo têkilîyên Erebî be, ligel berdewamîya bihêzkirina peywendîyan bi welatên cîran re û avakirina hevkarîyên nû yên ku piştgirîyê bidin proseya başbûn û geşepêdanê.

Hilweşandina hemû sazîyên rejîma berê
Berdevkê Rêveberîya Operasyonên Leşkerî Kolonel Hesen Ebdulxenî daxuyanîya ragihandina serkeftina şoreşê xwend, ku tê de hatibû dîyarkirin ku 8ê Kanûna Pêşîn a her salê wekî “Roja Niştimanî” tê qebûlkirin û karkirina bi destûra sala 2012an hat betalkirin.
Di daxuyanîyê de her wiha biryara hilweşandina hemû dezgehên ewlehîyê û mîlîsên ser bi rejîma berê ve hat girtin û avakirina sazîyeke ewlehîya niştimanî ya nû ji bo parastina welatîyan û veguhastina hemû mal û milkên wan dezgehan bo dewletê hat ragihandin.
22 serdanên paytextên biryarê û amadebûna li Neteweyên Yekbûyî
Li ser asta derve, Serok El-Şeri` bi rêya 22 serdanên bo paytextên biryardar ên cîhanê, nexşerêyeke stratejîk a nû ji bo Sûrîyê xêz kir, ku bi amadebûneke berbiçav li Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bi dawî bû. Herî dawî jî sardana Serok El-Şeri` ya Moskowê bû ku çarşema borî ligel Serokê Rûsyayê civîya û mijarên dualî gotûbêj kirin.

Rakirina cezayên rojavayî
Hewldanên dîplomatîk bûn sedema rakirina cezayên Amerîkî û di serî de “Qanûna Qeyser” (Caesar Act) û sizayên Ewropî yên ku berê ji ber tawanên rejîma şikestî hatibûn sepandin. Her wiha zêdetirî 40 peyman û hevtêgihîştinên hevkarîyê bi welat, rêxistin û kompanyên cîhanî û Erebî re hatin îmzekirin.
Reformên destûrî û sazûmanî
Li ser asta navxweyî, Serok El-Şeri` di Adara borî de daxuyanîya destûrî ya demkî pesend kir û hilbijartinên Encûmena Gel di Cotmehê de hatin kirin. Her wiha peymanên 10ê Adara 2025an û 18ê Kanûna Paşîn a 2026an hatin îmzekirin ji bo yekkirina sazîyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûrîyê di nav sazîyên dewletê de.
Di heman demê de, mersûma serokatîyê ya hejmar 13an a sala 2026an derket, ku tekez dike ku welatîyên Kurd ên Sûrîyê parçeyekî resen in ji tevna niştimanî û nasnameya wan a çandî û zimanî pêkhateyeke bingehîn e ji nasnameya Sûrîyê ya giştî.
Sazîyên niştimanî û veguherîna aborî
Ji xeynî vê, desteyên niştimanî yên pispor hatin avakirin, sazîyên jîyanî hatin vegerandin, mûçe bi rêjeya %200 hatin zêdekirin û ji bo bihêzkirina aramîya diravî, pereyê niştimanî yê nû piştî jêbirina du sifiran hat derxistin.
Bi ketina rejîma berê re, Sûrîye bû şahida veguhertineke stratejîk ku di dawîkirina bandora Îranê û derxistina mîlîsên wê de pêk hat, û xetên pêwendîyê yên di navbera Tehran û mîlîsên “Hizbulaha” Libnanî de bi rêya axa Sûrîyê hatin qutkirin, daku Sûrîya nû dest bi vegerandina têkilîyên xwe yên Erebî û têkilîyên bi Tirkîye û rojavayê re bike.