Heseke-SANA
Şandeyeke ji Desteya Operasyonan ligel hejmarek efserên Artêşa Sûrîyê, hevdîtinek pêk anîn û piştre li gel nûnerên HSDê geşteke meydanî li gelek dever û xalên parêzgeha Hesekê kirin; ev hevdîtin di nav atmosfereke erênî de derbas bû.
Armanca hevdîtinê û gera meydanî, destpêkirina cîbicîkirina peymana di navbera Dewleta Sûrî û HSDê de bi awayekî meydanî ye. Her wiha li ser qonaxên demkî yên dîyarkirî hat lihevkirin da ku di nava çend rojên bê de dest bi cîbicîkirina xalên peymanê were kirin.
Peyman; vekişîna ji deverên sivîl ber bi xalên leşkerî yên dîyarkirî, vekirina rêyan, hevkarîya di rakirina mînan de, rakirina berbestan û lezkirina proseya tevlîbûnê li xwe digire.