Şam-SANA
Wezîrê Geştyarîyê yê Sûrîyê Mazin El-Salihanî piştrast kir ku biryara wezaretê ya derbarê qedexekirina ferzkirin an pêşkêşkirina her xizmeteke ku ji alîyê kiryaran ve nehatibe xwestin, ketiye ware cîbicîkirinê. Wî destnîşan kir ku wezaretê dest bi wergirtina gilî û gazindên welatîyan kiriye û dê tedbîrên yasayî li dijî binpêkeran werin girtin, ku dibe bigihîje girtina sazîyê.
Wezîr Salihanî îro Yekşemê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê eşkere kir ku ev tedbîr bi şandina hişyarîyê ji bo xwedîyê sazîya binpêker di du qonaxan de dest pê dikin, û eger binpêkirin dubare bibe, biryara girtina sazîyê tê dayîn. Navborî tekez kir ku armanca vê biryarê parastina mafên kiryaran û bilindkirina asta xizmetên geştûgûzarîyê li Sûrîyê ye.