Tertûs-SANA
Balyozxaneya Azerbaycanê li Şamê îro Çarşemê bi hevkarîya Komeleya El-Bir li Banyasê û bi piştgirîya Ajansa Azerbaycanê ya Piştgirîya Geşepêdana Navdewletî, kampanyeke mirovî bi sernavê “Pîrozbahîyeke jidil ji gelê Azerbaycanê bo tevahîya gelê Sûrîyê” da destpêkirin. Di kampanyê de goştê qurbanê li ser hezar malbatî li her du bajarên Banyas û Himsê hat belavkirin.
Balyozê Azerbaycanê li Sûrîyê Elnûr Şah Hasînov ji nûçegihanê SANAyê re ragihand ku ev kampanya wekî pabendbûna bi prensîbên mirovî û hevgirtina ligel gelê Sûrîyê tê. Navborî destnîşan kir ku hikûmeta wî hemû piştgirîya mirovî ya pêkan pêşkêş dike, û dê di nav çar salên bê de li Sûrîyê 100 dibistanan nûjen bike û 10 dibistanên nû ava bike.
Endamê Encumena Bilind a Îftayê li Sûrîyê Dr. Enes Eyrût di daxuyanîyeke mîna wê de zelal kir ku Balyozê Azerbaycanê bi xwe qurbanî pêşkêşî xelkê gundê Ras El-Nebi’ û gundên derdorê li gundewarê Banyasê di roja cejnê û Cejna Qurbanê ya pîroz de kirine, û ev yek wek boneyeke pîroz û baş ji bo parvekirina şahîyên welatîyan hesiband.
Ev kampanya di çarçoveya çalakîyên mirovî de tê ku Hikûmeta Azerbaycanê ji bo piştgirîkirina dozên civakî û baştirkirina ketwarê civakî li Sûrîyê pêk tîne.









