Birêz parêzgarê bajarê Helebê, endazyar Ezam El-Xerîb, şandeke ji Rêveberîya Herêma Efrînê bi serokatîya berpirsê herêmê birêz Xêro El-Dawûd pêşwazî kir. Şand ji birêveberê têkilîyên giştî, birêveberê nivîsgeha şopandinê, û birêveberên navçeyan pêk dihat.
Di hevdtinê de, awayên pêşxistina Herêma Efrînê û bilindkirina asta xizmetguzarîyên ku ji bo welatîyan têne pêşkêşkirin hate gotûbêjkirin. Di gel niqaşkirina dosyaya xanûberan û mekanîzmayên berfirehbûna avahîyan li gorî hewcedarîyên şînbûna domdar di herêmê de.
Di heman demê de, gotûbêj derbarê derfetên damezirandina zanîngeheke hikûmî li Efrînê ji bo bersivdayîna hewcedarîyên perwerdehîyê yên zêdebûyî û beşdarîya di pêşxistina çavkanîyên mirovî û bilindkirina asta jêhatîbûnên herêmî de hatin kirin.
Her du alî, li ser mekanîzmayên xurtkirina jêrxane û piştgirîya projeyên geşepêdanê yên paşerojê rawestîyan, ku beşdarî di xurtkirina ewlehî, aramî, û başkirina kalîteya jîyanê di herêmê de bikin.
Hevdîtinê tekezî li ser girîngîya xurtkirina hevrêzî û hevkarîya di navbera Rêveberîya Herêma Efrînê û Parêzgeha Helebê de kir, ji bo misogerkirina pêkanîna projeyên geşepêdanê yên ji bo xizmeta welatîyan û xurtkirina hêmanên pêşveçûnê li Efrînê.

