Dera-SANA
Wezareta Hundirîn ragihand ku yekîneyên Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Derayê, bi hevrêzkarîya ligel Rêveberîya Têkbirina Terorê, piştî şopandineke hûrbîn, operasyoneke ewlekarîyê pêk anî, di encamê de komeke tawankar a ku di dema rejîma berê de milîsek bi navê “Parastina Niştimanî” ava kiribû, hat girtin.
Wezaretê li ser kenala xwe ya Telegramê wiha got: “Di dema lêpirsînan de, girtîyên bi navê Eymen El-Xezalî, Mihemed El-Xezalî û Rustem El-Xezalî -ku birazîyên lîwayê tawankar ê rejîma berê Rustem El-Xezalî ne- ligel kesên bi navê Îbrahîm El-Kayid, Elî û Ebdo El-Xezalî, mikur hatin ku wan milîseke çekdar di bin navê ‘Parastina Niştimanî’ de ava kiribûn. Ev milîs wekî sîwaneke rêxistinkirî ji bo pêkanîna çalakîyên tawankarî yên sîstematîk bû, bi plan û piştgirîya rasterast a lîwayê navborî dihat bikaranîn.”