Idlib – SANA
Tîmên Parastina Sivîl di Wezareta Rewşên Awarte de, îro Duşemê bersiva sê bangên derbarê herifîna avahîyan li Idlibê dan. Tîman ji bo parastina silametîya welatîyan cîhên rûdanê ewle kirin, bêyî ku tu birîndar werin tomarkirin.
Barîna barana dijwar bû sedema Herifîna avahîyeke niştecîbûnê (ku ji erdheja 2023an ve qelişîbû) li “Selqînê”, piştî rizgarbûna malbeteke ku di kêlîyên dawî de ji avahîyê derketibû. Her wiha li “Harim” û “Mertînê” Herifînên qismî û herifîna erdê hatin tomarkirin; di nav amadebaşîya tîmên Parastina Sivîl de ji bo ewlekirina cihan û valakirina avahîyên di bin metirsîyê de.

Wezareta Rewşên Awarte piştrast kir ku cihên zirar dîtine hatine ewlekirin û hîmên hişyarîyê hatine danîn. Wezaretê hişyarî da li ser metirsîyên gol û herifînên berdewam ên ku ji ber nizmefişarê hewayî yê dijwar ê ku niha welat girtiye bin bandora xwe.

