Hesekê – SANA
Cîgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokatîyê ya bi cîbicîkirina Peymana 29ê Kanûna Paşîn ligel “HSD”ê hatiye erkdarkirin, Ehmed El-Hîlalî, tekez kir ku kar ji bo çalakkirina sazîyên dewletê li parêzgehê berdewam e. Wî destnîşan kir ku qonaxa bê dê bibe şahidê pêngavên nû ji bo lezkirina karê rêveberî û sazîyên hikûmî, û xurtkirina amadebûna wan a xizmetguzarî û îdarî.
El-Hîlalî di hevdîtinekê de ligel kanala “El-Îxbarîye El-Sûrîye” duh Şemîyê, bal kişand ser bidestxistina pêşketinê di dosyeya xizmetguzarîyan de, û dîyar kir ku bajarê Qamişloyê piştî bi salan ji bo cara yekemîn dibîne ku elektrîk vedigere hejmarek taxên wê. Ev yek piştî encamdana karên çakkirinê pêk hat ku nêzîkî 60% ji transformator û torên elektrîkê li parêzgehê li xwe girt.
El-Hîlalî destnîşan kir ku kar di hejmarek ji dosyayên xizmetguzarî û aborî de berdewam e, û eşkere kir ku dergehê Sêmalkayê ji yekê Hezîrana niha ve dest bi veguhestina dahatên xwe bo xezîneya dewletê kiriye, hevdem ligel berdewamîya karên nûjenkirin û çakkirinê di hejmarek ji dezgehên girîng de.
Derbarê tevlîkirina sazîyên “HSD”ê di nav sazîyên dewletê de, navborî bal kişand ser wê yekê ku pêşketin di vê dosyeyê de heye. Wî amaje pê kir ku proseya tevlîkirina endamên hêzên “Asayîş”ê di nav sazîyên Ewlehîya Hundirîn de derbasî qonaxa cîbicîkirina rasteqîn bûye, ku tê de hevpeyvînên rasteqîn û rêkarên îdarî yên pêwîst li gorî pergalên pejirandî li Wezareta Navxwe dest pê kirine. Ev yek di çarçoveya hewldanên bi armanca yekkirina sazîyan û xurtkirina aramîyê li herêmê de tê.
Derbarê destpêkirina ezmûnên bawernameya lîseya giştî li parêzgehê, wî dîyar kir ku deverên Hesekê di salên şoreşê de ji encamdana ezmûnan bêpar bûn. Her wisa got ku ev yekem sal e ku piştî salên rawestandinê ezmûn bi şêweyê niha tên kirin, ku berê tenê bi heft navendan di nav çargoşeyên ewlehîyê de sînordar bûn. Wî destnîşan kir ku serkeftina destpêkirina ezmûnan werçerxaneyeke mezin e di rêça proseya tevlîkirina perwerdehî û hîndekarîyê li parêzgehê de.
El-Hîlalî eşkere kir ku zêdetirî 1100 mamosteyên ku di salên şoreşê de ji kar hatibûn dûrxistin, bi awayekî rasterast vegerîyan ser karên xwe. Ev pêngav bi armanca piştgirîkirina aramîya proseya perwerdeyê û xurtkirina kadroyên perwerdehîyê li parêzgehê hat avêtin. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku hinek dibistan hebûn ku koçber di dema borî de tê de bi cih bûbûn, û ev dosye jî bi dawî bûye.
El-Hîlalî tekez kir ku hemû rêkarên niha di çarçoveya planeke berfireh de tên ji bo jinûveçalakkirina sazîyên dewletê, berfirehkirina qada xizmetguzarîyên giştî, û baştirkirina rewşa xizmetguzarîyê li parêzgeha Hesekê.
Mehên borî bûn şahidê cîbicîkirina hejmarek pêngavên girêdayî Peymana ligel “HSD”ê ku hikûmetê di 29ê Kanûna Paşîn a borî de ragihandibû. Ev peyman lihevkirina li ser mekanîzmayeke tevlîkirina lipeyhev ji bo hêzên leşkerî û îdarî di navbera her du alîyan de, û tevlîkirina sazîyan di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de, li xwe digire.