Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê îro Înê, biryarek derxist ku tê de rêkarên nirxandina asta zanistî ji bo xwendekarên neqeydkirî di dibistanên giştî de li parêzgehên (Reqa, Heseke, Dêrezorê) û hin deverên gundewarê Helebê yê rojhilat birêxistin dike. Ev biryar ji ber rewşên awarte yên ku ev dever tê re derbas bûne hat standin.
Wezaretê di daxuyaniyekê de, ku kopiyeke wê gihîşt SANAyê, diyar kir ku ev biryar rê dide xwendekaran ku li gorî mekanîzmayên zelal û mercên hêsan tevlî dibistanên fermî bibin û di nav proseya perwerdeyê de cih bigirin, û ew salên fêrbûnê yên ne fermî qerebu bikin, û aramiya xwendinê di jîngeheke perwerdehiyê ya ewle û dadperwer de ji wan re dabîn bike.
Wezaretê di biryara xwe de bang li rêveberiyên perwerde û hînkirinê yên têkildar kir ku hêsankariyên pêwîst ji xwendekaran û malbatên wan re dabîn bikin, û di cîbicîkirina vê biryarê de rêkarên nerm û hêsan bi kar bînin, di bin sîya pabendbûna bi pîvanên perwerdeyê yên pejirandî.
Wezaretê destnîşan kir ku ev biryar di çarçoveya nerîna wezaretê de tê ku armanca wê pêkanîna dadperweriya perwerdeyê û nehiştina bêparbûna tu xwendekarekî ji mafê wî yê xwendinê ye. Her wiha çespandina prensîba wekheviya derfetan, ji ber ku perwerde bingeha sereke ye ji bo avakirina mirov û xurtkirina aramiya civakî.
Wezaretê careke din tekez kir ku deriyên wê li ber hemû têbînî û pirşiyaran vekirî ne, û serkeftina vê pêngavê berpirsiyariyeke hevpar e û bi rêya hevkariya malbatê, rêveberiya dibistanê û civaka herêmî pêk tê, ji bo parastina pêşeroja xwendekarên me.
Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya Sûriyê, roja Çarşema borî biryarek derxistibû, ji bo destnîşankirina asta zanistî ya xwendekarên neqeydkirî di dibistanên giştî de li parêzgehên Reqa, Dêrezorê û Hesekê, û deverên gundewarê Helebê yên ku nû hatine kontrolkirin, ji bo qebûlkirina di polên nehem, dehem û duazdem bi her du beşên wê yên zanistî û wêjeyî ve.