Heleb-SANA
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, îro Şemîyê, kampanyeke xizmetguzarîyê li bajarokê Şîyûx yê li gundewarê Helebê yê rojhilat da destpêkirin. Armanca kampanyê rakirina çeperên axê û vekirina rêyan e, da ku vegera niştecîhan û hatûçûna wan hêsan bibe û bibe alîkar di lezkirina başbûna rewşa herêmê de.
Wezaretê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku ev kampanya ji hêla tîmên Parastina Sivîl a Sûrî û tîmên rakirina bermayîyên şer ve tê cîbicîkirin. Ev yek di çarçoveya hewlên berdewam de tê ji bo piştgirîya aramîyê û baştirkirina xizmetguzarîyan li herêmên zîyandîtî.
Tîmên wezaretê di nehê meha Kanûna Paşîn a borî de, dest bi cîbicîkirina erkên xwe li taxên ku di bin kontrola HSDê de bûn li Helebê kiribûn, wekî gavekê ji bo vegerandina jîyana asayî li wan deveran.







