Şam – SANA
Parêzgarê Banka Navendî Ebdulqadir El-Huserîyê, çalakkirina hesabê Sûrî di “Federala Amerîkî” de ragihand. Ev gava dîrokî dawî li îzolekirina darayî ya ji sala 1979an ve tîne û rê dide danûstandina bi dolar, wekî amadekarîyekê ji bo vekirina hesabên wekhev li Ewropa û Kanadayê.
El-Huserîyê zelal kir ku vegera li sîstema “SWIFT” dê mesrefên şandina pereyan kêm bike û gihîştina wan lez bike (77% ji wan di nava 10 xulekan de), ku ev yek herikîna darayî ya penaber û veberhêneran xurt dike, û pereyên hawirde peyda dike, û bawerîyê di sektora bankî de ji nû ve ava dike.
Parêzgarê Banka Navendî ragihand ku 40% ji diravê kevn bi yê nû hatiye guhertin, ligel avakirina “şaneya krîzê” ji bo rûbirûbûna encamên herêmî. Wî tekez kir ku çalakkirina şaxên Banka Navendî li Reqa û Hesekê dê çavkanî û aramîya dravî xurt bike.