Hims – SANA
Kompanya Sûrî ya Petrolê serdana cihê kar li devera Şêx Hîlal a Hemayê kir, ku di çarçoveya projeya nûjenkirina xeta (Rimêlan – Hims) ya bi dirêjîya 560 km de ye. Kompanyê tekez kir ku wan stasîyonên xerabûyî nûjen kirine û beşên girêdanê çêkirine. Tê pêşbînîkirin ku xet di nava 3 heta 4 mehan de bikeve xebatê da ku nefta xam ji bo parzûngehên Hims û Banyasê dabîn bike.
Rêveberê pêşxistina herêma navîn ragihand ku zirarên xeta veguhastina neftê hatine çareserkirin û stasîyonên wê bi hewldanên navxweyî hatine xebitandin. Wî destnîşan kir ku ev gaveke stratejîk e ji bo piştgirîya aborîyê.
Her wiha Kompanyê stasîyona pompekirina sereke li Himsê bi şîyana 600 m³/saetê piştî 12 salan ji rawestanê dîsa da xebatê, da ku peydakirina daxwazên bazara navxweyî ya sotemenîyê xurt bike.


