Hums- SANA
Rêveberîya Ewlekarîya Hundirîn li bajarê Himsê, hûrgilîyên mirina kesê bi navê Mihemed Behlaq zelal kirin, yê di dema hewldana girtina wî de dawî li jîyana xwe anî.
Rêveberîya Ewlekarîya Hundirîn di daxuyanîyekê de, ku kopîyek jê gihîşt SANAyê îro Înê, ragihand:
“Li gor fermana girtinê ya ku ji alîyê Dozgerîya Giştî ve li dijî kesê bi navê Mihemed Behlaq li bajarê Himsê hatibû derxistin, dewrîyeke Hêzên Ewlekarîya Hundirîn ji bo anîna wî bi rê ket. Dema ku dewrîye gihîşt cihê wî, kesê xwestî berxwedaneke tund nîşan da û pevçûn di nav wî û endamên dewrîyê de derket, di encamê de endamekî dewrîyê birîndar bû, piştre kesê navborî li cihê pevçûnê dawî li jîyana xwe anî.”