Stenbol- SANA
Rêyên Esmanî yên Tirkîyê ragihand ku ew ê ji 22yê Nîsanê ve, careke din dest bi geştên xwe yên bo bajarê Helebê yê li bakurê Sûrîyê bikin.
Ajansa Anadoluyê dîyar kir ku biryara destpêkirina geştên Helebê piştî wê yekê hat ku hejmarek welatên Rojhilata Navîn, di nav de Sûrîye jî, esmanê xwe ji bo firokevanîya sivîl vekirin; piştî ku ji ber şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê ji alîyekî ve û Îranê ji alîyê din ve, hatibû girtin.
Tê zanîn ku li ser malpera fermî ya Rêyên Esmanî yên Tirkîyê, bijardeya kirîna bilêtên geşta Helebê di dîroka navborî de dîyar bû.