Laziqîye-SANA
Dadgerê lêpirsînê li parêzgeha Laziqîyê 39 girtî berdan, piştî ku bêgunahîya wan ji pêkanîna tawan an binpêkirinan hat tekezkirin. Dozgerê Giştî, Feysel Şerefedîn, dîyar kir ku ev biryar piştî temamkirina lêpirsîn û rêkarên yasayî hatiye girtin. Her wiha piştrast kir ku lêpirsîn bi girtîyên din re berdewam in, da ku gumanbar radestî dadgehê bên kirin û bêguneh ji bo bicîanîna edaletê bên berdan.
Ji alîyê xwe ve, yek ji kesên hatine azadkirin daxwaz kir ku her kes beşdarîyê di avakirina welat de bike û aramîya civakê biparêze. Hêjayî gotinê ye ku ev gav di çarçoveya rêbazeke dadwerî ya gav bi gav de tê ji bo çespandina serwerîya yasayê. Wek tê zanîn, meha borî jî 69 girtî li parêzgeha Laziqîyê di çarçoveya xurtkirina aramîya civakî de hatibûn berdan.
