Şam – SANA
Kompanya Sûrî ya Peywendîyan ragihand ku bi hezaran xetên telefonê yên girêdayî navenda telefona El-Mîdanê li Şamê ji xizmetê derketine, ev yek jî di encama wê çendê de hat ku kabloyên ku herêma amadeyîya Behcet El-Bîtar dabîn dikin, rastî karên têkderî û dizîyê hatin.
Kompanyê di daxuyanîyekê de ji SANAyê re duh Pêncşemê dîyar kir ku komên wê yên kar li ser çareserkirina zîyanan û vegerandina xizmetê yekser piştî temamkirina rêkarên qanûnî dixebitin, û bang li welatîyan kir ku bi lezgînî her dizî yan têkderîya kabloyan ragihînin.