Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê ragihand ku hejmara qurbanîyên sivîl, ji duh ve di encama armanckirina rêxistina HSDê li ser taxên niştecîbûnê yên li bajarê Helebê, gihîşt 4 kesan û 18 birîndaran.
Wezaretê di daxuyanîyeke îro de tekez kir ku armanckirina sazîyên bijîşkî ji alîyê rêxistinê ve, nexasim Nexweşxaneya Helebê ya Nexweşîyên Hundirîn, tawaneke dîyarkirî ye û binpêkirina hemû qanûnên navdewletî û pîvanên mirovî ye ku parastina sazîyên tenduristîyê garantî dikin.
Wezaretê dîyar kir ku ew bi fikarên mezin pêşhateyên meydanî yên li bajêr dişopîne, di bin sîya gurkirina leşkerî ya berdewam de ku taxên niştecîbûnê û sazîyên jînwerî dike armanc. Her wiha da xuyakirin ku birîndar gihandine nexweşxaneyên ser bi wê ve da ku çareserîya bijîşkî û niştergerî ya pêwîst wergirin. Kadroyên bijîşkî jî hemû hewlên xwe didin da ku jîyana wan rizgar bikin.
Her wiha bal kişand ser wê yekê ku rewşa amadebaşîya tam li hemû nexweşxaneyên parêzgeha Helebê berdewam dike, ligel hebûna hemû kogaha yedek a derman û pêwîstîyên bijîşkî û yekeyên xwînê, ji bo misogeririna amadebaşîya tam ji bo her rewşeke awarte, û bang li welatîyên li deverên kartêkirî kir ku: Bi baldarîyeke herî mezin tev bigerin, li cihên ewle bimînin û ji pencereyan dûr bikevin. Her wiha ji bo her her rûdaneke birîndarbûnê peywendîyê bi sîstema hewarçûna bilez re li ser jimareya /110/ bikin.
Wezaretê tekezî li ser girngîya guhnedana gotegotan kir, û tenê piştbestin bi platformên wê yên fermî ji bo wergirtina zanyarî û amarên dirust, û serxweşîyên herî germ ji malbatên şehîdan re xwest û hêvîya çakbûneke bilez ji bo birîndaran xwest.
Leşkerekî Artêşa Erebî ya Sûrîyê şehîd ket, û hinekên din jî duh birîndar bûn, di encama armanckirina rêxistina HSDê bi dronan li ser cihên belavbûna artêşê li derdora taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê, her weha 3 sivîl şehîd ketin, ku di nav wan de du jin hebûn û nêzîkî 15 kesan bi birînên cuda birîndar bûn, ku di nav wan de du keçik hebûn di topbarankirina rêxistina HSDê li ser taxên niştecîbûnê.
Rêxistinê îro taxa Siryan li bajar bi guleyên topan kir amanc, û Artêşa Erebî ya Sûrîyê bersiva jêderan da.
Desteya Operasyonan di Artêşa Erebî ya Sûrîyê de îro danê sibê ragihand ku hemû cihên leşkerî yên rêxistina HSDê di nav taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê de armanceke leşkerî ya rewa ne, ew jî piştî gurkirina mezin a rêxistinê ber bi taxên bajarê Helebê û encamdana gelek komkujîyan di heqê sivîlan de.
Desteya Operasyonan bang li sivîlên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê kir ku bi lez ji cihên rêxistina HSDê dûr bikevin, û da xuyakirin ku du dergehên mirovî yên ewle hatine vekirin, ew jî (Ewarid) û (Kolana El-Zihûr) ku ji bo xelkê deverê tên nasîn, ew jî heta saet 3yê piştî nîvro, û dîyar kir ku Şêx Meqsûd û Eşrefîyê dê wek devereke leşkerî ya girtî werin hejmartin piştî saet sê.
Hêzên Ewlehîya Navxweyî, Artêş û Beravanîya Sivîl, ji bo misogerkirina derketina xelkê ji deverên metirsîdar û veguhastina wan bo cihên ewle, tev digerin. Lê rêxistina HSDê rê li xelkê digire ku derkevin, û bi gule û topan xalên Artêşa Erebî ya Sûrîyê li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê û ew xelkê ku dixwazin ji van taxan derkevin ber bi her du dergehên mirovî yên ku Desteya Operasyonên Artêşê ragihandibûn, dike armanc.