Dera-SANA
Cîbicîkirina biryara encumena bajarê Busra El-Şamê li Derayê, ya derbarê qedexekirina pêşkêşkirina nergîleyê ji bo kesên di bin temenê 18 salîyê de, rastî bertekên erênî yên civaka herêmî hat. Ev yek di dema gera çavdêrîya tenduristîyê ya encumenê de îro Sêşemê, li ser hejmarek ji sazîyên geştyarî, gelêrî û dikanên bazirganîyê hat dîtin.
Serokê encumenê, endezyar Ebdullah El-Miqdad di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku gerê kafe, xwaringehên gelêrî û geştyarî li xwe girt. Di vê gerê de, xwedîyên van sazîyan bi biryara qedexekirinê ji bo kesên di bin temenê 18 salîyê de hatin agahdarkirin. Her wiha hat dîyarkirin ku di rewşa binpêkirinê de, dê cezayên herî giran ên wekî morkirin, girtina sazîyê, betalkirina peymanên veberhênanê û vekişandina moletê li ser wan bên sepandin.

