Lazqîye-SANA
Rêveberîya Tenduristîyê ya Laziqîyê ragihand ku hejmara kesên ku jîyana xwe ji dest daye di encama êrîşên paşmayîyên rejîma rûxandî de li ser hêzên ewlekarîyê û sivîlan di dema xwepêşandanên duh ên li bajarê Laziqîyê de gihîştiye 4 kesan, hejmara birîndaran jî bûye 108 kes.
Rêveberê Tenduristîya Laziqîyê Dr. Xelîl Axa, ji SANAyê re dîyar kir ku birînên ku gihîştine nexweşxaneyan ji ber çekên spî (kêr û amûrên birîndarker), kevir û guleyên paşmayîyên rejîma rûxandî ne, ku li dijî endamên ewlekarîyê û welatîyan hatine bikaranîn.
Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Laziqîyê Emîd Ebdulezîz El-Ehmed, duh di daxuyanîyekê de gotibû ku hinek kesên ser bi bermahîyên rejîma revîyayî ve, ku beşdarî xwepêşandanên bi banga kesê bi navê Xezal Xezal bûbûn, êrîşî endamên ewlekarîya hundirîn li bajarên Laziqîye û Cebleyê kirine.
Ji dema rûxandina rejîma berê ve, hinek komên girêdayî paşmayîyên wê derketine holê ku veguhertina sîyasî û dezgevanî ya heyî red dikin, û ber bi sorkirin û banga xwepêşandanê bi dirûşmên parçeker û xerakirina mal û milkên giştî ve diçin.