Şam-SANA
Desteya Navendî ya Çavdêrî û Lêgerînê ya Sûrî, di çarçoveya hewildanên jinavbirina gendelîyê de, ya ji serdema Rêjîma Hilweşîyayî de maye û parastina Malê Giştî, ragihand ku wê ji roja Rizgarkirina Sûrîyê de heta dawîya heyva Mijdarê, nêzîkî 90 milyar Lîreyên Sûrî ber hev kirine.
Li gorî daxuyanîyên Desteyê yên sala 2025an, qebareya pereyên hatine berhevkirin gihiştiye 89.7 milyar Lîreyên Sûrî, ji hejmara giştî ya 338.9 milyar Lîreyên ku divê werin vegerandin.
Lêkolînên heyva Mijdarê, girêbesteke hawirdekirina kelûpelan ku zirarên wê dighêjin nêzî 7 mîlyon dolarî, eşkere kir.