Laziqîyê-SANA
Ji Rizgarkirina Sûrîyê û bi vir de, bêhtirî 40 hezar Sûrîyî ji Tirkîyeyê di Dergehê Kesebê re vegerîyane Sûrîyê.
Rêveberê Dergehê Sînorî, Ebdulfetah Dîyab, da zanîn ku hêsankarîyên pêşkêşkirî jî ev bûn: Hilanîna gumrikê, veguhastina kelûpelên navmalê û destûrdayîna rojane ya çûnûhatinê ji bo Sûrîyên xwedî nasnameyên Tirkî. Her weha tekez jî kir ku ji bo pêşxistina avahîya Dergehî ku çûnûhatinê rihet bike, tev digerin.
Elî Yasîn jî ku ji Tirkîyê vegerîyaye, ji alîyê xwe ve kêfxweşîya xwe ji ber tedbîrên birêkûpêk yên ku vegerê û beşdarbûna jinûveavakirina welêt de han didin, anî ziman.
Tê zanîn ku Dergehê Kesebê yê di navbera Tirkîyê û Sûrîyê de, dergehekî stratêjîk e.