Idlib – SANA
Bajarê Teftenaz ê gundewarê Idlibê, ji bo wergirtina bexşan bi armanca avakirina bajarê xwe yê ku zîyan lê bûye, dest bi kampanyaya bi navê ″Em ê Teftanazê Ava Bikin″ kir. Heta niha, bexşên wergirtî bêhtirî 2 milyon dolarî ne.
Armanca kampanyayê -ku bi piştgirîya gel û sazîyên fermî bi rê ve diçe- çaksazkirina binesazîyê, avakirina dibistan û rêyan, her weha spehîkirina bajêr e.
Destpêşxerî ji alîyê xelkên bajêr bi xwe dest pê kir, ku nimûneyeke karê komelî û xurtkirina bawerîya bi dewletê ye. Berpirsyaran tekez kir ku ev kampanyayên bi vî rengî, gîyanê yekîtî û hevgirtina niştimanî didin xuyakirin û bajarên din han didin ku ew jî heman gavan ber bi geşepêdan û nûavakirinê ve bavêjin.






