Enqere-SANA
Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan tekez kir ku welatê wî bawer dike ku aramî, yekîtîya sîyasî û parastina serwerîya axa Sûrîyê, faktoreke bingehîn e di xurtkirina ewlehîya herêmî de û bi awayekî erênî bandorê li derdora xwe û cîhanê dike.
Erdogan di peyameke vîdyoyî de bi helkefta hatina sala nû ku kanala TRT ya Tirkî weşand, got: “Sûrîyeke bihêz ku yekîtîya xwe ya sîyasî pêk tîne û axa xwe diparêze, dê beşdarîyên taybet pêşkêşî derdora xwe û cîhanê bike. Çespandina aramîya li Sûrîyê rasterast bandorê li ser zêdebûna vegeraxwebexşdike.”
Hêjayî gotinê ye ku Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan di 9ê vê mehê de careke din piştrast kiribû ku Tirkîye û gelê wê, dê bi hemû hêza xwe piştgirîya Sûrîyê û gelê wê di pêvajoya avakirina welatê wan de bidomînin.