Şam – SANA
Parêzgeha Şamê, di rêya dîtina kesên ku li hin deverên destnîşankirî keşkan ava bikin û veberhênanê lê bikin, dest bi Projeya Birêxistina 222 Keşkên Şaristanî kir ji bo ku kesên dahata wan kêm û xwedan projeyên biçûk in, bi rengekî ku nebin asteng li pêşîya çûnûhatina xelkê û hewcedarîyên taxan.
Pîşeyên ku destûra kar di wan keşkan de ji bo wan were dayîn ev in: “Xwarinên bilez ên sar, vexwarekên sar û germ, xwarinên devgirtî” girêbest jî bo çar salan e.
Kesê veberhêner dê ji kîsê xwe keşkê ava bike, piştî derbasbûna dema destnîşankirî keşk radestî rêveberîya parêzgehê dibe. Heye ku her kesek bêhtirî cihekî bixwaze lê cihek tenê jê re derdikeve. Daxwazên avakirinê li gorî başbûna avakirinê û xercê ku hersal werin dayîn tên qebûlkirin.
Daxwazname ji 13-30ê heyva Çirîya Pêşîn di zerfeke girtî de tev deftera şert û mercan, belge, nimra keşkê, bedela madî ya her salekê û hej. telefonê tê de hebin, li avahîya parêzgehê tên pêşkêşkirin, lê ev keşk -dema ku şert û mercên din wek hev bin- dê bêtir bo kesên kêmendam re bên dayîn.