Tertûs-SANA
Hêzên Ewlehîya Navxweyî li parêzgeha Tertûsê, bi hevkarîya ligel Rêveberîya Dijterorê û piştî operasyoneke şopandin û çavdêrîyê ya hûrbîn, lîwayekî berê yê bi navê Mihemed Elî Derxam girt, ku yek ji efserên dîyar ên pergala leşkerî bû di serdema rejîma berê de.
Hêzên Ewlehîya Navxweyî îro Duşemê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku tomarên leşkerî yên kesê girtî nîşan didin ku ew di çendîn postên hestyar de gav bi gav bilind bûye; ji xebata wî ya wekî fermandarê desteyeke di “Seraya El-Dîfa’” de di dema rûdanên parêzgeha Hemayê yên sala 1982yan de, heta gihîştina wî bo fermandarîya meydanî ya Firqeya Çaran di navbera salên 2009 û 2013an de, paşê erkdarkirina wî wekî cîgirê fermandarê Firqeya Pêncan, û fermandarê Feyleqa Duyem heta dawîya sala 2018an.
Her wiha lêpirsînên destpêkê û tomarên belgekirinê nîşan da ku kesê navborî destê wî di derxistina fermanên rasterast bo yekîneyên xwe hebûye ji bo gulebarankirina xwenîşanderên bêçek li gundewarê Şamê, tevî ku wî serpereştîya operasyonên serdegirtinê yên ku bûne sedema girtinên keyfî yên berfireh kiriye, ku ev yek bû sedem ku berê navê wî bikeve nav lîsteyên cezayên navdewletî ji ber tevlîbûna wî di pêkanîna binpêkirinên giran de.
Her wiha destnîşan kir ku lêpirsîn bi kesê girtî re berdewam in ji bo temamkirina belgekirina rûdanên ku pê tê paldan, wekî amadekarîyekê ji bo radestkirina wî bo dadgeha pispor da ku rêkarên yasayî yên pêwîst derheqê wî de werin girtin.
