Heseke-SANA
Rêveberîya Çandinî û Çaksazîya Çandinîyê li Parêzgeha Hesekê ragihand ku rûberên çandinîyê yên ku ji ber şewatên demsala dirûnê ya îsal zirar dîtine, gihîştine derdora 65 hezar donimî.
Rêveberê Çandinî û Çaksazîya Çandinîyê li Hesekê Hayil El-Keleş di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re îro Pêncşemê dîyar kir ku amara dawî ya rûberên zîyandîtî nîşan dide ku 61 hezar donimên genim û 4 hezar donimên ceh şewitîne.
Derbarê qerebûkirina cotkarên zîyandîtî, El-Keleş eşkere kir ku şewatên berhemên çandinîyê, li gorî yasaên birêvebirina Sindoqa Sivikkirina Bandorên Hişkesalî û Karesatên Xwezayî, nakevin bin çarçoveya rewşên ku qerebûkirinê dixwazin.
Di dawîya axaftina xwe de, Rêveberê Çandinî û Çaksazîya Çandinîyê li Hesekê Hayil El-Keleş bal kişand ser hewldanên bi hevahengîya Wezareta Çandinî û Çaksazîya Çandinîyê ji bo pêwendîdana bi rêxistinên navdewletî re, bi armanca ku di bernameyên piştgirî û qerebûkirinê de pêşgavîyê bidin cotkarên zîyandîtî.