Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Parêzgeha Şamê Rêziknameyên Nû Derbarê Bikaranîna Resîfan li Şama Kevin Derdixe
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên Parêzgehan > Şam > Parêzgeha Şamê Rêziknameyên Nû Derbarê Bikaranîna Resîfan li Şama Kevin Derdixe

Parêzgeha Şamê Rêziknameyên Nû Derbarê Bikaranîna Resîfan li Şama Kevin Derdixe

Hat weşandin: 2025/09/18 1:54 PM
Hat nûkirin: 2025/09/18 1:54 PM

Şam-SANA

Ofîsa Cîbicîkar a Parêzgeha Şamê îro biryarek derxist derbarê bikaranîna resîfên li ber dikanên li bazarên Bajarê Kevin têde rêzik û xercên ku dê werin berhevkirin diyar dike.

Biryara ku ji hêla parêzgehê ve li ser kanala Telegramê hatiye weşandin, divê ji roja belavkirina wê ve, ne ji roja agahdarkirinê ve, were cîbecîkirin û muhleta hefteyekê hatiye dan ji bo pabendiya bi naveroka nameya hişyarîdanê ya ku ji aliyê rêveberiya Şama kevin ve hatiye dan.

Û li gor biryarê, çêdibe ku resîf li sûka Bizûriyê û Midhet Paşa bi firehiyeke ne zêdî 60 santîman were bikaranîn, lê li sûka Hemîdiyê û ya Terziyan û ya Deqaqan û ya Herîr û ya Esrûniyê, çênabe resîf bên bikaranîn û rêveberiya Şama kevin di ber bicihanîna vê biryarê de berpirs e.

Xerc û Belgeyên ku Tên Xwestin  

Li gor ku di biryarê de hatiye, ji bo her metroyeke çargoşe 3000 lîreyên sûrî tên standin û destûrdaneke demkî ji bo vî tiştî tê dan û ew destûrdan tê nûkirin û amaje kir ku serlêdan di dema heftiyekê ji dema belavkirina biryarê ve pêkane.

Di biryarê de hatiye ku belgeyên tên xwestin ev in: Çesipandina danasîna xwediyê daxwaznameyê û fotokopiyek ji ruxseta rêveberî û kopiyek ji nasnameya kesayetî.

Û di biryarê de hatiye ku çênabe piskilêtên elektirîkî û yên normal û motosiklêt li pêşiya dikanan bên parkkirin, yan jî wê ew alav bên desteserkirin.

Temamkirina Çareseriyên Rêkupêkirinê ji Bazarên Dîtir re

Parêzgehê di biryara xwe de, tekezî li ser temamkirina çareserkirina rewşa bazarên Şama kevin bi biryareke din kir, piştî temamkirina vekolînkirina rewşa wan, û daxwaza parastina vekirîmana riyan ji bo çûn û hatinê kir, her weha parastina nirxê dîrokî yê wan deveran.

Ev biryar ji bo çareserkirina qerebalix û tengbûna cih li pêş xelkê li bazarên Şama kevin hat dan, wek Hemîdiye û Bizûriye û Midhet Paşa û Esrûniye ji encama bikaranîna resîfan bi riya danîna kelûpelên dikanan û pisiklêt û motosiklêtan ên ku tevgera xelkê asteng dikin û dîmenê avahîsazî yê nirixdar ê wan deveran dişêwînin û xerab dikin.

Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel Lîsteya Destpêkê ya Endamên Desteyên Hilbijêr li Hesekê Derxist
Emîdê Berê Saleh El-Miqdad yê Binpêkirin li Hims û Derayê Pêk Anîne Hat Girtin
Radestkirina Hejmareke Mezin a Otomobîlên Nû yên Wezareta Hundirîn li Helebê
Çend Endamên Hêzên Ewlehîyê yên Sûrî û Amerîkî li Nêzî Tedmurê Birîndar Bûn
Rakirina mayînan û dagirtina tunelan ji bo vegera sivîlan bo nahîyeya El-Şîyûxê li gundewarê Helebê yê rojhilat
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Parêzgeha Şamê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezareta Aborî û Pîşesazîyê û Parêzgeha Hesekê Başkirina Xizmetguzarîyan Gotûbêj Dikin

June 8, 2026

El-Huserî: Tevgera Esmanî li Balafirgeha Navdewletî ya Şamê Berdewam Dike

June 8, 2026
8

Dibistana ‘Eyn Terma ya Şeşemîn li Gundewarê Şamê hat vekirin

June 8, 2026

El-Helebî: Em Dozên Xwendekaran bi Hûrgilî Dişopînin

June 8, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?