Şam-SANA
Encumena Bilind a Fetwedanê li Sûrîyê, sersaxî û hevxemîya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên qurbanîyên ku di encama bûyera trafîkê ya diltezîn a duh Şemîyê li ser rêya Dêrezor – Şamê rû dabû û jîyana xwe ji dest dabûn, kir.
Encumenê di daxuyanîya xwe de ragihand: “Di vê bobelata mezin de, em ji Xwedayê Mezin û Dilovan dixwazin ku qurbanîyan bi rehmet û bexşîna xwe şad bike, wan di buhişta xwe ya berîn de bi cih bike û sebr û aramîyê bide malbat û xizmên wan.”
Li dawîyê jî encumenê anî ziman: “Em ji dil û can lava dikin ku Xwedayê Dilovan birîndaran di zûtirîn dem de sax û tendurust bike û wan vegerîne nava malbatên wan.”