Dêrezor-SANA
Îro Duşemê, Nexweşxaneya Niştimanî ya Dêrezorê amûrên bijîşkî yên nûjen wergirtin, ku ji nav 10 kursîyên ku Wezareta Tenduristîyê ji parêzgeha Dêrezorê re şandine, 4 kursîyên nûjen ên diranan wergirtin, di çarçoveya plana jinûveamadekirina beşa neştergerîya rû û çenê di Nexweşxaneya Niştimanî de.
Serokê beşa neştergerîya rû û çenê di Nexweşxaneya Niştimanî de, Elî El-‘Ayid, ji SANAyê re zelal kir ku 10 kursîyên nûjen ên diranan gihîştine Dêrezorê, ku 4 ji wan ji bo nexweşxaneya niştimanî hatine veqetandin û yek ji bo navenda Herabiş û yek jî ji bo El-Dahîyê li bajarê Dêrezorê, ji bilî 4 kursîyên ku li ser navenda El-Rewde li Bûkemalê, Hecîn, Beqres Fûqanî û El-Qorîyê hatine dabeşkirin.
El-‘Ayid destnîşan kir ku ev kursî di çarçoveya plana Wezareta Tenduristîyê ya jinûveamadekirina beşa neştergerîya rû û çenê di Nexweşxaneya Niştimanî de tên, ku ev beş dê hemû xizmetguzarîyên neştergerî yên biçûk pêşkêş bike; di nav wan de rakirina diranan, derxistina diranên veşartî, vekirina kînoran (xurac) û rakirina kîsikên rû û çenê.



