Hesekê-SANA
Cîgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokatîyê Ehmed El-Hîlalî tekez kir ku tiştê parêzgehê di warê perwerde û fêrkirinê de îsal dîtiye, serkeftineke rasteqîn a vebijarkên gelê Sûrîyê nîşan dide.
Rêveberîya Ragihandinê ya Hesekê ji zarê El-Hîlalî îro Sêşemê ragihand: “Piştî salên dirêj ên zehmetîya çûnûhatin û qeydkirina li parêzgehên din da ku xwendekar ezmûnên xwe pêk bînin, û piştî ku navendên ezmûnan di hundirê ‘çargoşeyên ewlehîyê’ yên teng de asê û sînordar mabûn, ku ji alîyê rejîma berê ve ji bo bêparkirina piranîya xelkê ji mafên wan hatibûn ferzkirin, em îro werçerxaneke stratejîk û dîrokî di ketwara perwerdehîya Hesekê de tomar dikin”.
Her wiha anî ziman: “Bi saya hewldanên yekkirina refa perwerdehîyê û pêvajoya yekkirina pergala perwerdehîyê, 29,120 xwendekarên kur û keç beşdarî ezmûnên her du bawernameyên navîn û amadeyî bi hemû beşên wan ve bûn, ku li ser 119 navendên ezmûnan belav bûne û hemû bajar û herêmên parêzgehê li xwe girtine”.
El-Hîlalî tekez kir ku ev serkeftin hîmekî bingehîn e ku em ê li ser ava bikin ji bo lezkirina gava nûjenkirina dibistanan û temamkirina kontrolkirina daneyên mamosteyan, û lê zêde kir: “Dibistan li seranserî parêzgeha Hesekê dê dergehên xwe bi destpêkirina sala xwendinê ya bê re vekin, li gorî minhacên niştimanî yên ku ji alîyê Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ve hatine pejirandin”.