Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Sûrîyê Merwan El-Helebî tekez kir ku wezaret bi girîngîyeke mezin wan mijaran dişopîne ku xwendekarên zanîngehên Idlib û Heleba Azad a berê derbarê rêkarên mifadeleya bijîşkî ya yekgirtî û mekanîzmayên wergirtinê tînin ziman. Wî dîyar jî kir ku deng û daxwazên wan gihîştine û bi awayekî dadmend li ber çavan hatine girtin.
Wezîr El-Helebî îro Çarşemê li ser rûpela xwe ya Facebookê got: “Wezaret hewl dide ku mifadeleya bijîşkî ya yekgirtî dadmend û zelal be û wekhevîya derfetan di navbera hemû serlêderan de bêyî tu cudahî nîşan bide.”
Navborî bal kişand ser wê yekê ku dê ferman were dayîn ji bo lêkolînkirina têbînîyên ku ji xwendekaran gihîştine û şopandina rêkarên pêwîst, da ku ev têbînî bi awayekî ku di berjewendîya wan de be werin çareserkirin.