Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî Merwan El-Helebî, di peyama ku îro Yekşemê arasteyî xwendekarên lîseyê kir, tekez kir ku ew sermayeya niştimanî ya herî girîng in, û hêza bingehîn a projeya Sûrîyê ya zanistî û pêşketinê ne di salên bê de, û ew keda ku ew didin veberhênaneke rastîn e di siberoja wan de.
Wezîr El-Helebî di peyama xwe de ku li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye, got: “Wezaret û sazîyên wê yên perwerdehîyê di asta herî bilind a amadebaşîyê de ne ji bo pêşwazîkirina wan piştî bidawîbûna ezmûnên wan, bi rêya pergaleke xwendina bilind ku nêzî 50 zanîngehên hikûmî û taybet li xwe digire, ligel peymangehên bilind û sazîyên perwerdehîyê yên girêdayî wezaretê, ku îro nêzî mîlyonek û nîv xwendekar di hemî beş û bernameyên akademîk de dihewîne.”