Bexda-SANA
Di amareke destpêkê de, jêdereke ewlehîyê û yeka bijîşkî bo ajansa France-Presse (AFP)ê ragihand ku îro Yekşemê, di encama lihevketina otobuseke veguhastina rêwîyan û barhilgirekê de li parêzgeha Zîqarê ya li başûrê Iraqê, 18 kesan jîyana xwe ji dest daye û 17 kesên din jî birîndar bûne.
AFPê ji zarê jêdereke ewlehîyê veguhast û got: “Bûyera lihevketinê bû sedema vêxistina agir di otobusa rêwîyan de û bi temamî şewitî.” Her wiha dîyar kir ku karên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin, çavkanîyên bijîşkî jî ragihand ku cenazeyên şewitî gihîştine Rêveberîya Pizîşkîya Dadî.