Şam – SANA
Wezîrê Perwerde û Hîndekarîyê Mihemed Ebdulrehman Tirko ragihand ku wî di roja yekem a ezmûnan de pêwendîyeke telefonî ji Serokkomar Ehmed El-Şeri’ wergirtiye, ku tê de xwestiye ku ji birêveçûna ezmûnên bawernameyên giştî û rewşa ku proseya ezmûnan tê de bi rê ve diçin, piştrast bibe.
Wezîr Tirko di daxuyanîyekê de îro Înê dîyar kir ku ev guhdan û şopandina rasterast pêgeha mezin a ku sektora perwerde û hîndekarîyê pê tê naskirin, û xîreta li ser serxistina vê pêngava niştimanî ya girîng nîşan didin.
Her wiha wî destnîşan kir ku wezaret rênimayên Serok El-Şeri’ û piştgirîya wî ya berdewam ji bo proseya perwerde û hîndekarîyê bilind dinirxîne.