Şam – SANA
Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê ya Sûrîyê amadekarîyên xwe ji bo destpêkirina ezmûnên bawernameyên giştî yên xûla sala 2026an bi dawî kirin, ku sibe Pêncşemê ezmûnên her du bawernameyên xwendina bingehîn û amadeyîya şer’î li parêzgehên cihêreng dest pê dikin, ew jî di nav rêkarên rêxistinî de ji bo dabînkirina jîngeheke aram û ewle ji bo xwendekaran.
Alîkarê Wezîrê Perwerde û Hîndekarîyê yê Karûbarên Perwerdehîyê Yûsif ‘Enan, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Çarşemê eşkere kir ku, hejmara serlêderên ezmûnên bawernameyên giştî îsal gihîştiye 832 hezar û 621 xwendekarên kur û keç.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Ezmûnan li Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê Mehmûd Hebûb, ji SANAyê re tekez kir ku çapkirin û veguhestina pirsên bawernameyên giştî bi nepenî temam bûye.













